Heyva Sor A Kurdistanê

mis à jour le Lundi 2 avril 2018 à 22h58

Salên 90’î ji ber êriş û zilma dewleta Tirk, li Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran  kes neçar man cih û warên xwe berdin û bibin mehkûmê jiyaneke tije kul û êş. 

Li hemberî van encamên giran, sala 1993’an Saziya Alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê weke projeyeke pêwîst hat avakirin. Tevahiya 25 salên derbasbûyî, Heyva Sor a Kurdistanê bi kar û xebatên xwe karîbû bibe hêviya kesên mexdûr û muhtaç. 

Li gelemperiya cîhanê ji ber êrişan, şerê navxweyî, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan, bi mîlyonan mirov ji bo li ser piya bimînin, liberxwe didin. Saziya me a bi armanca peydakirina pêwîstiyên jiyanî yên kesên mexdûr hate avakirin, 25 salin bê navber xebatên xwe ên alîkariya mirovahî dewam dike.

Di çarçoveya van xebatan de, saziya me heya niha gelek navendên tendirûstiyê û nexweşxane ava kirine. Ji bo deverên ku mirov li wan mexdûr bûne, alîkariya lezgîn a derman, pêwstiyên jiyanî û alavên dermankirinê peyda kirine.

Heyva Sor a Kurdistanê; beyî ku cûdahiyê bixe navbera netew û ramana mirovan, erka xwe a alîkariya mirovahî bicih tîne.

Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya prensîbên alîkariya gerdûnî, destekê dide wekhevî, dostanî û aştiya mayînde. Di rewşên şer de li dijî alîgiriyê ye.

Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo bibe cihê baweriya her kesî, ti carî li gorî daxwaza aliyekî tevnegeriya ye û ferq nexiste navbera fikrên siyasî û olî.

Heyva Sor a Kurdistanê, saziyeke xebata dildariyê ye. Ti carî li gorî berjewendiyên xwe tevnagere.